Li Sûriyeyê êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

heta niha hêzên Amerîkî ti daxuyaniyek nedane.

Êrîş bi rêya çend mûşekan pêk hatiye.

Li gor jêderên çapemeniyê, îro danê sibê li Rojhiatê Sûriyeyê li herêma Dêra Zorê êrîşî ser rafîneyên petrolê hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên medyayî îro komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser rafîneyên petrolê yên li herêma Dêra Zorê ku dibin desthilata hêzên Amerîkî dene hatiye kirin.

Jêder diyar kirine ku armanca serekî ya wan êrîşan rafîneya Omer ya li deverê bûye û di encama êrîşê de zirarên madî çê bûne.

Heta niha hêzên Amerîkî derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane.

N: E. G