Îsraîl derdorê Dîmeşqê bordiman kir

di encama êrîşan de leşkereke sûrî hatiye kuştin.

Sîstema berevaniya mûşekî bersifa êrîşê daye.

Çapemeniya Sûrî belav kir ku, direngiya şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser çand navçeyên li derdorê Dîmeşqa paytext kirine.

Li gor çapemeniya rejîmê, sîstema berevaniya mûşekî ya rejîmê jî kariye bersifa êrîşê bide û çend mûşekan pûç bike.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Sûrî SANA jî belav kiriye ku di encama êrîşên han de leşkereke Sûrî hatiye kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku balefirên şer yên Îsraîlî ji bilî çend navendên çekdarên Îranî, du navendên leşkerî yên rejîmê jî bordiman kirine.

N: E. G