Hêzên Amerîkî li Îdlibê operasiyoneke mezin lidar xistin

Amerîka xwestiye Serkirdeyekî Qaîdeyê binçav bike.

Balefir û kopter jî di operasiyonê de beşdar bûne.

Li gor zaniyariyên ji herêmê, îro pêncşem danê sibê, hêzên taybet yên Amerîkî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Îdlibê operasiyoneke taybet lidar xistine.

Zaniyarî qala vê yekê dikin ku armanca operasiyona han girtina Serkirdeyekî Qaîdeyê bûye.

Di operasiyonê de pevçûn di navbera hêzên Amerîkî û Qaîdeyê de qewmiye lê heta niha hijmara kuştî anjî birîndarên wan aliyan nediyare û nayê zanîn gelo Amerîka ev Serkirdeya han binçav kirine anjî na?

N: E. G