Îmarat: Me 3 dorne xistin erdê

heta niha çekdarên hûsî ti daxuyanî nedane.

Dibêje dorneyên Hûsiyan bûne.

Wezareta berevanî ya Îmaratê li ser hesabê xwe yê li twitterê peyamek weşand û têde behsa xistina dorneyên Hûsiyan dike.

Di twitta wezareta berevanî ya Îmaratê de hatiye diyarkirin ku berbanga îro pêncşem, sîstema berevaniya esmanî ya Îmaratê kariye sê dorneyên bombekirî yên Hûsiyan ku xwestibûn êrîşan bo ser çend cîhên Îmaratê pêk bînin bixe erdê.

Heta niha çekdarên Hûsî di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.

N: E. G