Fermandarekî Îranî hate kuştin

li Dêra Zorê ji aliyê hevpeymanan ve hatiye kuştin.

Li Dêrazorê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Erebî duhê li Sûriyeyê Fermandarekî Îranî hatiye kuştin.

Çapemeniya Erebî belav kiriye ku duhê li devera Dêra Zorê Cîgirê Fermandarên hêzên Qudis yên Îranî li Sûriyeyê Hac Ebas di encama êrîşeke hêzên hevpeymanan de hatiye kuştin.

Malpera Al Ayn News belav kiriye ku Hac Ebas li deverê de bi keseke xirab û metirsîdar dihat nasîn û ji bilî karên terorîstî hevdem mişxûlî, dizîna asewarên dîrokî yên Sûriyeyê, bazirganî kirin bi madeyên hişber bûye û ji Sûriyeyê jî bi qaçax sewal derbasî Îraqê dikir.

Heta niha Îran di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

N: E. G