Êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Êrîş li nêzî Dêra Zorê pêk hatiye.

Li gor jêderên nûçeyan duhê bişev li herêma Dêra Zorê bi mûşekan êrîşî ser hêzên Amerîkayê hatiye kirin.

Êrîş li navçeya petrolê  ya Omer pê hatiye û heta niha derbarê zirarên êrîşê de rayedarên leşkerî yên Amerîkayê ti zaniyarî nedane.

Herwiha şêniyên deverê jî behsa vê yekê kirine ku di dema êrîşê de dengê çend teqînên mezin bihîstine.

Weke tê zanîn di nava 72 seatan de ev cara duyeme ku li vê herêmê êrîşî ser hêzên Amerîkî tê kirin.

N: E. G