9 leşkerên Sûrî hatin kuştin

15 leşker jî di encama êrîşê de birîndar bûne.

DIŞIê êrîşî ser wan kiriye.

Çapemeniya rejîma Sûriyeyê belav kir ku, îro duşem terorîstên DIŞI li ser rêya navbera Hims û Dêrazorê êrîşî ser paseke leşkerî ya  hêzên rejîmê kirine.

Di encama  êrîşa han de herî kêm 9 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 15 leşkerên din jî birîndar bûne.

Êrîş li navçeyeke deştayî li ser rêya navbera Hims û Dêrazorê de pêk hatiye.

Çapemeniya Sûrî behsa vê yekê kiriye ku terorîstên DIŞIê bi mûşekan êrîşî ser pasa leşkerî kirine.

N: E. G