Îsraîl dîsa êrîşî ser Sûriyeyê kir

sûriye dibêje di encama êrîşê de leşkereke me hatiye kuştin.

Li başûrê Sûriyeyê li hêzên rejîmê daye.

Li gor çapemeniya rejîma Sûrî duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser hêzên rejîma Sûriyeyê li başûrê vê welatî kirine.

Her çend heta niha çapemeniya Îsraîlê di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye, lê çapemeniya rejîma Sûriyeyê qala vê yekê dike ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyeyê kariye hinek ji wan êrîşan pûç bike.

Li gor nûçeya medyaya Sûrî, êrîş derdorê seat 1 şevê de pêk hatiye û di encam de leşkerekî Sûrî hatiye kuştin.

N: E.G