HSD û hevpeymaniya cîhanî tetbîqateke leşkerî dikin

tetbîqat li Dêra Zorê hatiye kirin.

Tetbîqat duhê hatiye kirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî duhê li herêma Dêra Zorê hêzên HSD û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê tetbîqateke leşkerî ya berfire lidarxistine.

Tetbîqat li herêma Dêra Zorê hatiye lidarxistin û têde hijmareke zêde şervanên HSDê û hêzên hevpeymaniya cîhanî bi çekên giran beşdar bûne.

Hevpeymaniya cîhanî jî li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê nivîsandiye ku, hewlên wan li gel hevbeşên xwe bo ji nav birina DIŞIê berdewam dibin.

N: E. G