Êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkayê hate kirin

tê gotin ku komên çekdar yên ser bi Îranê êrîş pêk anîne.

Êrîş li Dêra Zorê pêk hatiye û zirarên canî li pey nebûne.

Li gor navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê duhê bişev li devera Dêra Zorê komên nenas êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê kirine.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku komên nenas bi 4 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîka û hevpeymanan kirine lê ti zirarên êrîşê çê nebûne.

Ji aliyeke din ve hin çavkanî behsa vê yekê dikin ku êrîş ji aliyê komên çekdar  yên ser bi Îranê ve pêk hatiye.

N: E. G