Du ciwanên din yên Kurd hatin girtin

heta niha sedema girtina wan nehatiye zanîn.

Li bajarê Ciwanroyê ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku duhê li bajarê Ciwanro ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê du ciwanên Kurd di nava kolanên bajêr de binçav kirine.

Ev her du civan pismamên hevin û navên wan Ramîn û Seîd Qadiriye û temena wan jî 30 û 18 saliye.

Heta niha derbarê sedema girtina wan ciwanan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

N: E. G