Artêşa Tirkiyeyê gundên Derbêsiyê topbaran dike

topbaran hîn jî berdewame.

Topbaran hîn jî berdewame.

Li gor zaniyariyên ku ji Rojavayê Kurdistanê destketine, îro danê sibê, topxaneya artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst dest kirina bi topbaran kirina gundên derdorê Derbêsiyê.

Zaniyarî qala vê yekê dikin ku topbaran bi dijwarî berdewame û gelek zirarên madî ketine ber malên welatiyên medenî û şêniyên wan gundan.

Ji aliyeke din ve hate zanîn topbaran kirina Zirganê jî berdewame.

N: E. G