Çeteyên dewleta Tirk 4 welatî li Efrînê revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî li gundê Şadirê û navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revandin û birin girtîgeha li gundê Îska. Heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê, çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di destpêka mehê de 3 welatiyên bi navê Kemal Hebîb, Edîb Şeref û Ehmed Hebîb li gundê Şadirê yê navçeya Şêrawayê revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di heman wê demê de, çeteyên Feyleq El-Şam welatiyê bi navê Muhyedîn Koçer (52) li navçeya Cindirêsê revand.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan kesên revandî birin girtîgeha li gundê Îska. Heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G