5 welatiyên Kurd bo girtîgehê hatin şandin

bo girtîgeha navendî hatine şandin.

Beriya mehekê ji aliyê îtlaatê ve hatibûn girtin.

Li gor zaniyariyên berdest, ev 5 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, yên ku beriya mehekê ji aliyê îtlaatê ve hatibûn girtin, bo girtîgeha navendî ya vê bajarê hatine veguhastin.

Ev  her 5 welatiyên Kurd meha derbasbûyî di operasiyoneke serda girtina malan yaku ji aliyê îtlaatê ve hatibû lidarxistin, hatine girtin û piştî mehekê lêpirsînê û girtinê di nava girtîgeha îtlaatê de, duhê dadgehê biryara veguhastina wan bo girtîgehê daye.

Sedema girtina wan welatiyên han siyasiye û heta niha jî rê nedane kesûkar û parêzerên wan li gel wan hevdîtinan pêk bînin.

N: E. G